A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Dayê Mi Berde
293 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Dayê Mi Berde

Dayê mi berde ezê herim şer
Bavê milê min tifing û şeşber
Têx ber pişta min kuling û xencer
Dayê mi berde ezê herim şer
Rextê tifingê bavêm ser mila
Ezê sînga xwe bidim ber gula
Li benda minin kozik û çeper
Dayê mi berde ezê herim şer
Emê rizgar kin cê kal û bava
Serxwebûna me nayê bi lava
Dijmin ji welat divê bikin der
Dayê mi berde ezê herim şer
şer xweşe dayê cenga welate
Ev çax û dema kar û xebate
Bidin ser pişta dijminê xwînxwer
Dayê mi berde ezê herim şer
Ezê va herim şerê neyara
Bidin ber laşa çol û beyara
Ku bernedin wan kê wan bikî der
Dayê mi berde ezê herim şer
Ku bême kuştin dayê bilîlîn
Li ser gora min gula bibarîn
Ji tuxmê gulê kesk û sor û zer
Dayê mi berde ezê herim şer
Dengê arbêcê xweş tê guhê min
Va tev rabûne penc û rehê min
şer û qewxeye îro li her der
Dayê mi berde ezê herim şer
Emê dest bavên qevdê tifinga
Emê biqorin wekî pilinga
Dijmin ji welat îro bikin der
Dayê mi berde ezê herim şer
Wekî Xalid û Yado û Ferhat
Canê xwe bikim bi gorî welat
Di laşêm vebin kulek û pencer
Dayê mi berde ezê herim şer
Welat bandikî wa min dixwazî
Xorto were şer bi serfirazî
şeveq ji nîva reşê tête der
Dayê mi berde ezê herim şer
Tîrêj bandikî ji dil dinalî
Kurdno xwe medin îro tu alî
Buhişta welat hatiye ber der
Helbestên din ên Helbestvanî/ê