A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Çirkîna Dirana
147 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Çirkîna Dirana

Ey kurd rabe ser xwe tu ji nav cih û nivînan
Ev çax û dema kare, bese xew li te şerme
Ro hatiye nîvro hê tu razaye xewaro
Tu bi jana ziravî yan di bin çermê te werme
Hayê te ji bayê felekê nîne hejaro
çirkîna dirana tu bi taya sar û germe
Bavêje ji ser xwe tu eva cil û nivînan
çavên xwe veke meyzeke dijmin girte ser me
Bajar û welat îro ewan tev kirne wêran
Darên dehl û bistanê me rakirne ji qurme
Xan û dexl û danê me hemî sotin bi agir
Palas û qir û qaf tev hilanîne ji ber me
Ev qada me ye lê çikin em bê cih û warin
Berf û baran li me tê tim sar û serme
Bese rabe xwe rapêçe di rextan de bi merdî
Wek Tîrêj dibêje ma ne bes ev lav û nerme.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê