A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Çilsaliya Celadet
248 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Çilsaliya Celadet

Ev e çil sal di xew de mîr celadet
Ne bes êdî heya vêga tu razî
çiqa em bandikin pêjna te nayê
Emê çipkin ne hawar û negazî
Di kurdisatn de îro ey begê min
Li her cî kuştin û talan û ceng e
Li ser milet ji bala tê reşandin
Ji firokan ji kîmawên di xazî
Misliman med` kujin vêga ket û ber
Ku fermana serê kuda ye îro
Kesî wek wan nekir zor û setem qet
Li dunyayê ne faşist û ne nazî
Ji gorînê bi derkev ey tu haozan
Dibistana xwe vek rahêje xamê
Keç û xortan bide xwendin tu îro
Ji destpêka elifayê bi nazî
çi ku milet tiyê zanîn û xwendin
Ji kanya te vexun ava jiyanê
Di benda rêziman wek sîbeweyhî
Di warê felsefê se`dê şîrazî
Dema ku em ji tarîxê bipirsin
Di ziman de tu mamûstayê kurd e
Tu paqişke zimanê bav û kala
Ji nav derxe tu zarê turk û tazî
Kesê wek te di kurdistan de îro
Sedê sal û zemanan peyde nabin
Ji bajarê mehabad ta bi amed
Ji berzan ta bi xelat û çayê mazî
Bi wê xama xwe ya serbest û aza
Tu binvîse di kovara hawarê
Tu bid zanîn kul û derdê me îro
Bi kurmancî bi soranî bi zazî

Tu ronahiyê bi derxe ey begê min
Welat pêkve bidî ber şewq û tavê
Ku dêwê çar serî meydanê xweş ke
Neyaran tev bide ber şûrê tazî
Li gerdûnê binêrî rêberê min
Ji roj ava heyanî rojhelat
Gelî bindest hemû rabûne ser xwe
Dixwazin pêşveçûn û serfirazî
Riya jînê çetîn û berbişaşe
Ne raxistî bi gulzar û kulîlka
Di cîna de divên zana û rêber
Di cîna de divên şûr û cengebazî
Di destpêka cîhanê ta bi îro
Heya ku xame û şûr tev nebin yek
Tu milet naghê warê cîhanê
Ji ber ku tevgera dem wa dixwazî
Eger ne bi zor be heq nayê sitandin
Heqî `d destê neheqiyê zarzare
Heqê qelsa timî winda ye mîrêm
Ku şahid bin hezar miftî û qazî
Li gewdê masiyê behra binêre
Bi goştê masiyên qels ew dibin hût
Piling û şêr tebayên qels dixwin ew
Kevok taştê û şîva murxê bazî
Divê îro bi zanîn û bi xurtî
Bi kerwanê demê re em li kar bin
Wekî tîrêj dibê cê bav û kala
Ne şerme peygera hirç û beraz

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê