A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Çikûs û Comerd
197 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Çikûs û Comerd

Malê dinê tev yê te bî
Kêr nake bê dost û heval
Bê ap û pismam û xwedî
Bê metik û xaltîk û xal
Ew dewlemendê mal genî
şaşe di vê rê de gelek
Pîs û çikûs û çav nexel
Kolê derav û milk û mal
Bira di roja tengiyê
Tucar tu hêviyê jê meke
Mûma vemirtî şev reşa
Nadî kesî şewq û şemal
Dara biyê tim bê bere
çiqa vede şax û gulî
Ava heyatê petrîşok
Pê nabe şêrîn maye tal
Zengînê comerd tim hebe
Berxweş e wek mêwa tirî
Her dem li dorê kom dibin
Bê çar û jar û bê mecal
Mîşê û daristane tim
şîne li hevrazê çiya
Tev mişmiş û sêv û bîhok
Havîn geha şêr û şepal
Germa tebax û tîrmehê
Pêlek ji bayê serhed e
Kanîk ji bîngolê ye ew
Jê der dibî avek delal
Teşnê riya dûr û dirêj
Tihna xwe pê dişkîne ew
Rengê şerabe mey xweş e
Dermanê derd û êş û hal
Xwedyê derav û zîv û zêr
Dawî tê dest vala here
Ey rêwiyê çûn bê veger
çipkî ji vê dunya betal
Zendî li ser gora te dê
Axa cebana kom bikin
Bi ya tîrêj bik tewş meçe
Ber destê yezdan gêj û lal.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê