A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Cenga Selîbî
156 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Cenga Selîbî

Carekê Qedîs Liwîs olperestê Ferensîs
Bi sêsed hezar leşker tev mêrxwas û cengewer
Bi gurz û şûr û mertal bi kuflet û koçemal
Bi gemya ketin behrê berê xwe dane Misrê
Ew serdarê selîbî hat Salihê Eyûbî
Bi çavsorî girte ser jê dixwestî ceng û şer
Salih Eyûb şehê jîr rabû ser xwe bi tevdîr
Xwendekarê dil aram qehremanê Misr û şam
çi bi roj û çi bi şev ewî leşker daye hev
Leşker dî bêkar û bar ne xurdê hêza neyar
Tev pêxwas û belengaz ne serhêz û ne serbaz
Ji hevketî perîşan tev çerkes û Tirkuman
Hin Erebin di bêkêr çavê wî ji wan nebû têr
Ku salihê pêşwa şand bajarê neynewa
Cem kurê xwe Toran-şa serekê mîr û paşa
Toran şa ey kurê min çar hawêrî min dijmin
Bi leşker û kom û lek li dor Misrê bûn xelek
Leşkerkî bê ser û bin cengê ji min dixwazin
Ji niha û ne dereng divê tu bê ey leheng
Digel bîst hezar siwar xortên kurd ên fidakar
Ger daxwazam neyê cî Misr ji dest me diçî
Dê Liwîsê setem kar lê dibî şah û xûnkar
Toran- şahê dilawer dema bihîst ev xeber
Rabû bîst hezar gernas hemî Egîd û mêrxas
Pêkve kurdên şeg û jîr tev bi şûr û rim û tîr
Ber hev kirin weke şêr berê xwe dane berjêr
Cengevan û serfiraz weke teyr û mirxên baz
Toran şa bûye serdar bi rêketin ew siwar
Geh li vir û geh li wir ta ku gihane Misir
Digel wî leşkerê xwe bû mêvanê bavê xwe
Misir bûye hêlekan goga li ber du şegan
Pêlên leşker di navê wek keleka ser avê
Salih divê firsetê mixabin çû rehmetê
Dema li wan bû şeveq salih birin mala heq
Serekê qehremana ket bin axa cebana
Ew şa ne bû vê dorê bi hisret çûye gorê
Toran leşker kirin rêz kirin du pişk û du hêz
Hêzek li çep yek li rast herdû hêl wî diparast
Asê kir herdû tenişt belê orte vala hişt
Zanî dijmin wê gavê êrîşke wê di navê
Di berbangê de herdû kişyane ber hev û dû
Dijmin êrîş da ortê lê nizanî ket wertê
Orte erê vala bû lê xefk têde vedabû
Bê lêdan û şer û ceng pêde çûn ew pêzeveng
Ku bi şûr û mertala tev ketin cihê vala
Toran şahê pêlewan ji du hêlan hate wan
Leşker li wan hatin hev ku roj li wan kirin şev
Meydan bû agir û pêt dê weledê xwe avêt
Ku leşkerê Toran-şa ser davêtin ji laşa
Laş li ser hev bûne hok xwîn li erdê bûye cok
Himîn ket pêlewana navtêdana berana
Xwar bûne rim ji kerba şûr ko bûne ji derba
Tîr wek qelemteraşa cê wan nema di laşa
Toran şahê hinerbaz di şerde bû serfiraz
Liwîsê bê soz û bext leşkerê wî ji hev ket
Ew leşkerê boş û pir nema ji wan tenafir
Tev kuştî û birîndar tev hêsîr û dîl û jar
Tiştê hate serê wan nayê gotin bi ziman
Pey deh rojan bi hejmar ew Liwîsê gunehkar
Digel heştê serbazî tev pêxwaz û sertazî
Bi dest tev kirne hêsîr anîn bi qeyd û zincîr
Sipî sax û bê birîn li ber toran- şah danîn
Toran-şahê dilovan peyveke xweş gote wan
Vekin qeyd û zicîra te`dê medin hêsîra
Ne bi derb û lêdanê gişa têxin zindanê
Pêxiberê dilovan wisa wî kirye ferman
Ferman dabû Toran-şa go bavêjin va laşa
Ew term û laşên genî kirin behra bê binî
Tiştê bû kesî nedî kuflet maye bêxwedî
Di nêv behra û ava birçî li ber delava
Toran-şah got wezîran berdin evan hêsîran
Tev Liwîsê bê wicdan dijminê tuxmê insan
Bê hêvî û bê guman polî poşman vegeryan
Pîrek tev mane jinbî zarok tev mane sêwî
Misr tev rizgar dima şer û qewxe tê nema
Pir xweş dibû ew welat j`roava ta roj hilat
Belê kesin dest dirêj ziman çepel û qirêj
Pîs û dixsok û tole reswa û bend û kole
Lê rêberê wan kesa ji Tirka û çerkesa
Lêv li Toran digestin kuştina wî dixwestin
Piştî mehkê bi şûran êrîş dibirne Toran
Ew nevyê selahedîn boxê Misr û Felestîn
Girtine ser wî bi şeb kuştin bê sûc û sebeb
şahê bi tac û ala textê wî maye vala
Xwedyê Misr bûn Tacîk bûne serdar Memalîk
Misr ket destê kola Eyûbî man li çola
çerxa dem ey kurên baş, geh li pêşe geh li paş
çira kesî ezbenî tim vêketî namînî
Xwezya Tîrêj çira geş ser û canê we `j mi`r xweş.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê