A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Cejna Yekê Gulanê
237 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Cejna Yekê Gulanê

Gelek pîroz û bi xêr, roja yekê gulanê
Cejna hemû harekaran,di vê dewra cîhanê

Ew keleha sitemkar, ya begler û qeysera
Tev herifî bi destê belengaz û karkera

Ku ala bolşevî, das û çakoçê hesin
Hate hildan bi destê, ewî Lênînê mezin

Li xakê Sovyetê bû, demoqratî wekhevî
Leşkerê şer û sitem, ji meydanê tev revî

Qanûna Sosyalistî, bi tevayî hat danîn
Di gel mafê jin û mêr, bawerya xwe pê anîn

Bû kelha aşîtî, ji bo milletên bindest
Her kes bighên mafê xwe, bi aştî û bi serbest

Ew qanûn bi dilxwazî, daket cîhan sera ser
Ta welatê Hind çîn, xweş belav bû li her der

Ji welatê Hindoras, ta Vêtnama başûrî
Pêk ve bi ser xwe hatin, heta welatê Korî

Ey Evrenê hestîkoj, hevalê impiryalîst
Tiştê çêbû li îran, ma te nedî te nebhîst

Gelo nayê bîra te, ew şahin şahê bin gor
Ketî bin çerxa tarîx, lê wergerî dem û dor

Ew tac û text û şewket, ketin bin pê û lingan
Keleha wî hate xwar, bi dest şêr û pilingan

Ew rêça şah li ser bû, ger ku tu jî bidî ser
Tê jî here li pey wî, ev bê guman te bawer

Xwîna xortên kurd û turk, ew peyayên demoqrat
Te rijandî li her cî, ji îzmîrê ta Xelat

Te kir wêran û dojeh, Evrenê bê dîn û ol
Ew welatê Kurdistan, heya bighê Anadol

Tu gora xwe dikolî, pir nêzîke mirna te
Nake rehmê tucarî, tarîx li yê mîna te

şerekê impiryalîst, ew Rêgin û Corc bûş
Xwîna xortên Felestîn, tucar naçî belatoş

Bizan Menahîm Begîn, rêça te pir cefa ye
Kesê li hespa mirovan, bizan ew tim peya ye

Hêvîdar im ji yezdan, her sal weke vê rojê
Bikin pîrozîya hev, bê par nemînin em jê

Daxwaza Tîrêj e ev, her nejad û niştiman
Hemî bighên mafê xwe, gelê kurd jî di gel wan

Xweşî û şademanî, têkeve dewra zemîn
Nemînî cewr û sîtem, bijî aşîtî û jîn.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê