A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Cê Bilbil û Şalûra
247 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Cê Bilbil û Şalûra

Zalim ey felek ma çi zû fermana te rakir
Qolê xwe hejand te ser û baskên xwe li ba kir
Bazîkî ciwan bûm ez li rû qada cîhanê
Hêlîna mi îro te bi destê xwe xerakir

Wek Evdalê Zeynê bûme dengbêjê welatan
Ez mîna qulingê li serê zinar û latan
Derbek te li min da per û baskên min şikandin
Bê sûc û guneh pir te li min cewr û cefa kir

Baxê min tijî gul bû ji her tuxme û renga
Cê bilbil û şalûra bi sed awaz û denga
Ava ku ji Bîngolê di çû ser hemî çikya
Kanî te ji bin girt û bi destê xwe ziwakir

Dara minî ber girtî bi şax û bi gulîka
Ew şax û gulî tev xemilî bûn bi kulîlka
Ber girtibû lê çipkim ewê ber tev weşandin
Ku bakî Qerejdaxî li wê darê te rakir

Ew xanî û qunaxên di min tev kirne kavil
Xwarnam nanê genim bû îro garis û kakil
Wek Sedamê faşî ew gunehkarê Helebça
Kîn û dijminayî te li min îro xuya kir

Kevrên di newala hemî derxistine bala
Lê hîmê diyara hemû avêtin newala
Rovî û çeqel ketne cihê şêr û pilinga
Wa şêr û piling mane li der kê wek te wa kir?

Heta ku hebin ez bi te re b qayîş û bendim
Qet ser natewînim ji te re ku ser bi derdim
Da ez di xebata miletê xwed herme gorê
Ma kê weke Tîrêj can di vê rê de reha kir.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê