A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Çayê Azerbeycanê
156 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Çayê Azerbeycanê

De rabe ey dilo jaro
Heya kengî di hiznê da

Menale ez bi gorî bim
Di vê zîndan û hebsê da

Tu zanî ku li ser te ez
Bi nak û xem xem û şîn im

şev û rojan hedan nakim
Ji ber jana ku tu tê da

Eger nakî ji min bawer
Were bik pirsiyarê tu

Ji êşa û hêstirên çavan
Ji canê tim keser tê da

Ji xew rabûne va her kes
Berî dane riya jînê

Li şûnwara tu mayî bes
Di nîv dûman û tozê da

Hezar heyf û mixabin ku
Tu îroma ye bê tevger

Riya bapîr û kalê xwe
Te berda ye bi çolê de

Di heyamê kevin, bûrî
Hemî gernas û rêber bûn

Ku bav û kal û bapîrên
Te deng da bûn di dinê da

Eger nakî ji min bawer
Binêre tu li Araratê

Dijî tenha wekî leylan
Ji xwîna sor di şînê da

Eger nakî tu hêj bawer
Here Amed bipirse tu

Ji darsêpya xwedî wêran
çiqas ser çûn di jorê da

Ji Amed tu veger dîsa
Berê xwe bid Mehabadê

Li ser çayê Azerbeycan
Tu raweste di jorê da

Tu dîna xwe bide axa
çiya û deşt û rûbaran

Temaşeke li kevr û tat
û arbeşkên di dorê da

Ji rengê qurmizî ne tev
Ji wê xwîna fidakaran

Ji mer wek neqşê manî ne
Di dewrana Cîhanê da

Ku karwanê şehîdên kurd
Li pê hev tim şiropan in

Ji heyamê kevin bûrî
Heya îro di cengê da

Bi şahî mijde û mizgîn
Li te Tîrêj dikî ey dil

Ku kurd êdî nema dimrî
Di her dewr û heyamê da.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê