A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Çar Dem
225 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Çar Dem

Ey Mizgîno bixwîne
Va rêçikên li jorî

Bo tu nezan nemînî
Biçûko dê bi gorî

Hemî sal sêsed û şêst
Digel şeş roj bi hejmar

şev ji rojan tên hesab
Bi se`etan bîst û çar

Ji heft roja ya heştan
Di navbêra wan în e

Sal dibitin donzde meh
Rojê wan sîh yek û sî

Pêşî kanûna paşîn
Sibat û Adar li dû

Nîsan Gulan Hezîran
Tîrmeh û Tebax li dû

Ya nehemîn îlon e
çiya pêşîn deh e

Yaze çirya paşîn
Kanûn li pê dozdeh e

Sal hatiye parkirin
çar dem jê hatine der

Her navbera sê mehan
Jê`r heye wextek û ger

Biharê qad heşîn e
Havînê dinya germ e

Payizê pelweşîn e
Zivistan sar û serma
Helbestên din ên Helbestvanî/ê