A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Bûka Ser Bi Xêlî
321 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Bûka Ser Bi Xêlî

Bi kuncîlên hevir mêşî
Li ser textê sedev rûnim
Di nêv baxê buhiştê de
Ez zozanê xwe pê nadim
Eger xanîk bi sê maxan
Li topraxa welatê min
Bi beşt û pûş û mircaqan
Bi brca Babilê nadim
Eger mîna Huseynê pak
Ku teşnê Kerbelayê bim
Piyalek ev ji Bîngolê
Bi ava kewserê nadim
Eger mistek ji wê axa
Welat ez bîn bikim her dem
Kulên mi tev ji dil der tên
Bi misk û enberê nadim
Zixur û kevr û heftokên
çiyayê Dêrsim û Sason
Bi elmas û bi yaqût û
Bi dur û cewherê nadim
Metîn û Serheda nadim
Bi Evrist û Hêmalaya
Ferat û Dicle û Xabûr
Bi Nîl û mermerê nadim
Keça kurd ew bi xemla zer
Li ber çavê mi dîdare
Bi Zenûbya di gel tacê
Li tectê keşwerê nadim
Glac û zikreş û bidgo
çi bêjin ew bila bêjin
Tucar dîwan û helbesta
Ji nav destê xwe bernadim
Sehê çibkin bi kewtkewtê
Eger kerwan bi rê da bî
Tucar ez peyvê dixsokan
Di hûçkê xwed girê nadim
Edîb û rêber û zana
Bi êrîş têne min îro
Neyarê tor û tarîxin
Ji wan re ez tu rê nadim
Eger rastî dibêjin ew
Bela dakevne meydanê
Tîrêj im ez ne winda me
Ji farqînê kurê Pad im
Kekê Yadoyê zîlî me
Serek hêzê Eraratê
Peyê Ihsanê Cibrî me
Li Bedlîs geh li Midyad im
E şevgêr û şoreşvan im
Li kohê Zozilk û Berzan
Bi xwe pêşmergê Qazî me
Ji bajarê Mehabad im
Li sîpanê xelatê ez
Siyamendê silîvî me
Li şûnwarê evîn daran
Memê Ala û Ferhad im
Dema sersal û newroza
Ezê tim agirê Zerdeşt
Li şingal û li Zaxros û
Hekar û Hewlêrê dadim
Ji bûka ser bi xêlî re
Serek berbûme ez îro
Di meydana cirîdan de
Siwarê hespê terwad im.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê