A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Buhar
482 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Buhar

Buhar dem û dewra minê
Serpişk û hem para minê
Bax û gulîzara minê
Mêrg û gulîstana minê
Rewşa dinê kêfa dila
Cê `ndelîb û bilbila
Derman dikî derd û kula
Xweş geşt û seyrana minê
Dem tu tê şa`ir li ser
Mizgîn didî can û ceger
şi`r û xezel vedbin li der
Helbest û dîwana minê
Xemla te nîşana zemîn
Kulîlk bi sed reng û bi bîn
şa`ir li ser te har û dîn
Adar û nîsana minê
Adar û nîsan û gulan
Xemla te heft rengê gulan
Mirxo bi kewt û xulxulan
Newroz û sersala minê
şa`ir bi te serxweş dibî
Sukran û mest bê hiş dibî
Xemkêş bi te dilgeş dibî
Bade û meyxana minê
Kulîlkêd kesk û sor û zer
şebnem di nêv xunce li ser
Bêhn û bexê davêjne ser
Xweş misk û rîhana minê
Xweş misk û rîhan û gulav
şev pêde her lê tê xunav
Bayê siba der tê ji nav
Xweş çax û dewrana minê
Kulîlk û rîhan û giya
Gulşen dikin çol û çiya
Lûsê xezal û koviya
Rewşa kurdistana minê
Xweş çaxe xweş dewran û dem
Fikr û xeyala min li cem
Pesnê te têr nadî qelem
Tu sebr û samana minê
Wextê mi çû bûm pîr û kal
Emrê bû heftê û di sal
Dunya mi dî keys û fesal
Soz nîne ramana minê
Dunya li tîrêj bû xelek
Zor û setem dîtî gelek
Gog bû li ber kaşwê felek
Sergol û meydana minê.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê