A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Buhar Hatiye Çogê
266 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Buhar Hatiye Çogê

Serhilde ji xew ey kurdo roj hate delava
Tamara xewê girtiye ma ser herdû çava
Hayê te ji bayê felekê nîne xewaro
Kêlek li te hişk bûne li ser merş û kulava
Kerwan buhir derbaskir û ket warê jiyanê
Maye tu tenê îro di nêv av û çarava
Dunya bûye sayî bese çarakê bibîne
Serma çû nema dengê birûsk û ewr û tava
Marmara mî û berxa buhar hatiye çogê
Di çirûsin kulîlk vêga bi şebnem û xunava
Xemla xwe girêdaye zemînê bi kulîlka
Bihn û bexê davêje wekî misk û gulava
Wa bilbil û şalûr ew li yek hawî dixwînin
şîrşîra tulûran ew dison cerg û hinavan
Ma qey tu ker û lalî çima deng ji te nayê
Rabe ber bi jînê ve belengazo du gava
Aştî ketiye dinyê ger tu mafê xwe nexwazî
Tê xurde herî jaro li ber pêlên di ava
Bê çare bimînî tê di nav toz û icacê
Seyda te nema tê dest bi nêçîr û bi rava
Dem hatiye wek zêre ji destê xwe tu bermed
Firset ku here nayê bi daxwaz û bi lava
Dewra teye poşman nebe barê xwe li êş ke
Aşê demê wek baye li ber şîba sîlava
şêrîne welat taceke zêrîne birader
Nefroşe bi erzanî bi dînar û derava
Dotmam dike gazî ew li pismamê xwe îro
Rabe tu xwe rapêçe ji bo bejin zirava
Azad bike dotmamê ji nav pencên neyara
Da îro bi dil şahî bibî bûk tu jî zava
Govendeke çar goşe li meydanê li darxe
Da deng bide kurdistan bi mizgîn û silava
Wek tîrêj dibêje dem xweşe rabe xebatê
Ger ranebe ser xwe wê roj li te here ava
şevreş têkevî erdê nema berxwe dibînî
Wek kora heval tê têkevî nav bend û dava.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê