A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Birîn Li Ser Birînê
379 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Birîn Li Ser Birînê

Dikim pîroz û mizgîn vê kongir û civînê
Li bajarê dihokê li vê dewra zemînê
Bi hêvî û omîdim gavin xurt û firehtir
Ku hûn bi pêşde bavên bi zanîn û yeqînê
Bi govenda demê re divê em pî li ba kin
Pir bikin dost û yara ne bes bi çav nerînê
Eger ne reqsevan bin tu kes destê me nagre
Kesê neqlê neyînî bê pişk û par dimînê
Silavê min bi bara li canê pakrewana
Li şewityên helebçe kuştiyên xaneqînê
Li xwîn rêj û şehîdên çayê şingal û hemrîn
Li zozik û helegurd li berzan û metînê
Gelo heya çi wextê emê xwînê birêjin
Bi texmîn û qiyasê bû wek çemê sefînê
Laşê gernas û mêra ji ber gulê neyara
Nemaye cî ji derdan birîn li ser birînê
Tilî nema xwe digrin li çeqmaqê tifinga
Zingirîne ser û bin ji germê tev ji tînê
Axa welat seraser çiya û deşt û hêrik
Kort û newal û mesîl toq bûne tev ji xwînê
Cok vebûne dirwên naz û delal û rinda
Ji hêtirên li pey hev ji ber şîn û girînê
Divê mejyê xwe bêtir em têxin ber xebatê
Belê rext û tifinga navêjin ser kulînê
Neqeb nemînî vala ber êrîşê neyara
Divê tim li kar bin di kozik û kemînê
Bi aştî û tekûzî rabin kar û xebatê
Dîmoqratiyê bixwazin ne b`agir û rivînê
Kurdistan dewlemend e me`dena zîv û zêr e
Komir û neft û hesin derxin ji jêr zemînê
Wek miletê cîhanê daxin bi ser bilindî
Bajar û şehristana firotin û kirînê
Kurdistan wek buhişt ava bikin seraser
Da bên seyran û geştê ji Ewropa ji çînê
Daxwaza dil tîrêj serxwebûna welat e
Em jî bi serfirazî têkevin warê jînê.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê