A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Bîranîna Mem û Zîn
521 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Bîranîna Mem û Zîn

Ey dil here vê cejn û eydê
Ser gora mela li bayezîdê
Ramûse tu kêla ber serê wî
Rûnê bi edeb li hemberê wî
Bê ey xaniyê pispor û zana
Taca ser serê me torevana
şalûrê hekar û çayê hîzex
Wey bilbilê bayezîd û şernex
Ey totiyê birc û şehneşîna
şehbazê erarat û metîna
Ey perwerê hêzil û çemê şet
Bîngol bû ji hêstirên te derket
Aşiq timî hêstiran dirêjin
şi`r û xezela li ser dibêjin
Xemkêşê welat ji ser heya bin
Xema te dijî neyar û dijmin
Xema tebû şûrê rustemê zal
Guhderzê zeman bi şewket û al
Pîroz dikim ez bi şad û mizgîn
Sêsed salya dîwana Mem û Zîn
Xweş ferheng e û tarîx û tor e
Nûbare di her zeman û dewr e
Te b`xwîna xwe ceger bi dilkî şûştî
Ev tora bilind ji bo me hiştî
Seyda ev zemanê ku bi lez têt
Gavek bi tenê me pêş ve navêt
Sêsed sale ev we tê jimartin
Ev dewr û demên ku tên guhartin
Ev zerf û zeman û çerx û dewran
Karek me nekir nebûn xwedî şan
Rêçek bi kelem em ber bi kaşin
Gavek me li pêş du gav li paşin
Karwan bihurî ji me hejaran
Em kurd bi tenê mane li wara

Karwanê demê gihişte dozê
Em mane di nêv dûman û tozê
Kîn girtine rêberan ji yek dû
Herdem ew bi poşan têne hevdû
Qurpîna quloça şer giran e
Kî berxe ji wan bê kî beran e
Lê em xwe ji heqiyê tim didn paş
Em nabêjin kî raste kîye şaş
Heta webe dê halê me ev bî
Her dem wê li me tarî û şev bî
Sêsed sale me di vê temarê
Hişyar nebûn em ji vê xewarê
Kabûsê xewê li ser dil û can
Hana me nema li erd û zeman
Bajarê cizîrê hê cizîr e
Mîr hakime eskender wezîr e
Seyranê dikin di dehl û baxa
Beko hê li ser serê me axa
Mem hê girtiyê zindan û çala
Zîn hê digirî li ser hevala
Mîrê dil kevir bi sal û maha
Napirsî li halê bê gunaha
Harif û çeko bi gurz û şîr in
Botan bi xwe hê bi bend û eşîrin
Tacdîn li Beko ew hê bi kîne
Sityê xemxura xuşka xwe Zîne
Wa Ducle bi bîngul hê didî rê
Sergeşte dibî li rex Cizîrê
Pêlan didî ew li reqs û gazî
Xumxum dikevê bi cengebazî
Her dem ew dikî fîxan û feryad
Heware diçî diyarê bexdad
Fîxan te kirî melayê botî
Der heqê welat wisa te gotî
"Qet mumkine ev ji çerxê lewleb
tali` bibitin ji bo me kewkeb

şûrê hinera me bête danîn
Qederê qelema me bête zanîn"
Mizgîneke xweş didm te xanî
Istêrek me derketî ji banî
Istêra pir bi şewq û rewşen
îro li welat xweş kirye gulşen
Istêra bilind alek di nêvî
Hêvistiye ew bi zêr û zîvî
Ew ale bi dest serokê kurdan
Hildaye li ser çiyayê berzan
Gêr dane li dor sîpa û leşker
Pêşmergên dilêr bi hêz û tevger
Peywaneyê wext û çerx û rojin
Herdem dilê dijminan disozin
şûna arê pilingê çerxê gerdûn
Berzanyê nemir bi şer` û qanûn
şûra hunerê ji bo me danî
Navê kurd li dinyayê deranî
Kevnare xwedî tarî û tore
Koka kurd di dîrokê de kûr e
Ger ku ne wa be dimaye winda
Kawik û nezanî û ne xwenda
Ev tazî û rom û tirk û faris
Me ji hevdû dixin wek nanê garis
Sed heyf û mixabin mîrê torê
Hesretya welat bi ter çû gorê
çerxa felekê zincîr û piştî
Ev barê giran li mil te hiştî
Rabe wek berê rahêje xamê
Binvîsî ji kurda re tu namê
Gazî bike wam bela bibin yek
Da goga xwe vê demê bibin şeg
Ger dûr bikeve kerwanê jînê
Furset wê here em nagihînê
Pir şerme gelo ma em ne xurdin
Vê firsetê em ji dest xwe berdin

Zanim hindeke tiştê me danî
Fexra me tuyî melayê xanî
Xama min çiqa li ser te bêjî
Hêsran ew li rûpela birêjî
Pesnê te bidî bi işq û şadî
Ew yek ji sedî heqê te nadî
Sed carî pîroz dikim mem û zîn
Yezdan ji tîrêj qebûlke amîn.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê