A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Bîranîna Ehmedê Namî
402 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Bîranîna Ehmedê Namî

Sivik rabe dilê xemgîn silavê mi ji bîr nek
Ji Qamişlo tu rê bigre here taxa Qudûrbek
Li ber kêla serê Namî tu rûnê ey dilê jar
Bi wî dengê xwe yî zîz tu bikî qêrîn û hewar
Bi qasî berg û darên Cûdî û şingal û Tore
Silavê min tu lêka ku bela rabe ji gorê
Dizanim ku bi hesretya welat çû neçarî
Ev e bîst sal bihurtin ew di gora teng û tarî
Ji xwer carek binêre ew ew li çar hawêrê gerdûn
Qirik talî demên reş ku çiqa dîtin hemî çûn
Eva roja me ya ruhnî ji hêla reş bi derket
şiyar bûye ji tamara xewê bêçarê milat
Divê em ranezên êdî bikin kar û xebatê
Veger ey ehmedê namî j`riya çûn û nehatê
Dem û dewra te ye seyda tu bigrî xam û defter
Bidî ber şi`r û helbestan ji meydanê her û wer
Bi wan şi`rê xwe yê taze ji qayîşî neyara
Wekê bilbil qêrîn li ser lat û zinara
Keç û xortan tu serxweşke bi marşên xwey dicengîn
Berî bidne neyaran ew di gel wê ala rengîn
Berî nedne hevûdû ew ne dost e û ne rêber
şêrê xwebxwe ji mer gelkî e ziyan e qet nekar e
Dema xwîn tê rijandin ew ji bin destê neyar e
çi bêjim ez gelek heyfa mi tê l`xwîna ciwana
Hezar ax û keser seyda ji destê van nezana
Li ber çoganê tazî û eyran û turkan û laz in
Di meydana şeg û holan wekî gogê dibazin
Divê em ha j`xwekin êdî bese şerme mexabin
Divê ku em nebin alet di destê pîsê dijmin
Riya rast û durist û qenc bira herkes dibînî
Riya xwar û xerab û şaş me ji hevdû dixînî
Eger em guh nedin dijmin bi rastî em bibin yek
Bi sih û pênc milyonê kurd emê gogê bibin şeg
Ji hevdûre nebin sorset di dev maşka neyara
Bi koça miletê kurd xweş emê bighêjne wara
Zeman dostê me ye îro ku çipkin dikarin
Di bin destê neyaran de çima em dîl û jarin
Emê gazna ji kê kin ku dijmin rêberê me
Gelê bindest li gerdûnê bi dilsozê xwe parast
Ji kurda ez bi hêvî me berî bidne riya rast
Ku daxwaza me pêk bê em nemînin bend û kola
Ji karwanê dem û wextê nemînin em li çola
Li dunyayê bibin em jî xudanê tec û şewket
Dema ku em herin gorê nemînin dil bi hesret
Li ezmanê welat îro sitêrek me xuya be
Bila ala me jî îro di nêv ala de rabe
çiqa bêjim xelas nabin kul û derd û xemên dil
Bi zancîrê me ev barê kiran berdaye ser mil
Tucar milet ji bîr nake xebata bavê samî
Hezar rehmet ji dev tîrêj li ser gora te namî.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê