A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Bilbilê Dilşadî
8481 Xwendin
53 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Bilbilê Dilşadî

Ey bilbilê dilşadî hela, wer bike fîxan
Derdê me girane ey bira, birîna me kûr e

Gorî te bitin cerg û dil û mêlak ê hem can
Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûrê

Sê hawe te deng, yek ji sira bayê siba ye
Hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye

Hawê sisîya ji bihna şemamok û gula ye
Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e

Karwanê me va bi rê ketî, lê şevreş û tarî
Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî

Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî
Warê me welat e ey heval, rêça me dûr e

çar hawîr me diz û keleş in, têk dane dijmin
Me ji hev radiqetînin bir bi bir, heyf û mixa bin

Qet çarew umîda me nema ye bilbilê min
Meydan e ji bo hirç û çeqel, gur zûre zûr e

Meydane ji bo hirç û çeqel, rovî û keftar
Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu wer xwar

Da pêk ve mijûl bim, bi xwe çend rojên di dijwar
îro li me ferman e, li ser gerdenê şûr e

Destê tewqyê îro ku em herdu bidin hev
çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev

Dinya bi xwe dewran e, bizan geh roj e, geh şev
Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e

Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader
Sitêra sibê îro ji şerqê li me da der

Rewşen kirî Kurdistan,bi carek wê seraser
Nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e

Piştê wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye
Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye

Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye
çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e

çexa felekê herdem bi fetl û ger û dewran
Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan

Umîd me herdem bi xwe serdarê li Berzan
Wek Tîrêj dibêje:jîn divê kotek û zor e.

1975
*www.tirej.info
**Rêzkirina tîpan:
-Mişel Osman(bavê Nisrîn)
-Ibrahîm Ebdî(bavê şêrîn
Helbestên din ên Helbestvanî/ê