A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Berzanî Hat Welêt
761 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Berzanî Hat Welêt

Bi mizgîn û bi xêr hatin welat idrîs û berzanî
Li kurdistan we ruhnî kir ji erd heta bi wî banî
Ji eşq û rondikan çavên di me aryan bi kul bûnê
Belê dîna we şahbazan ji bo çavên me dermanî
Ji eyranê we koç bar kir delava bûn birê keftin
Bi koçê re teba bûn hin heval û dostên eyranî
Welat bêrya we kir bû ey gelîxweş mêr û gernasa
We koç danîbû kêlîkê li bajarê merîwanî
Di wê rojê nema bû kes li gund û şehr û bajara
Digel baqêd gulê rengîn li ser laşê we gel danî
Bi bawer xazin û ridwan ketin baxê buhuştê ew
Milet ket ber silavê tev bi geşt û kêf û seyranî
Keç û xort û jin û mêr tev bigêrin reqs û govenda
Serê pîs û nedilxwaza bigorî û bi qurbanî
Di nîva pek û dîlanê ji wî cî koç birêkeftî
Di nêv bax û gulîstanan li qunaxa duem danî
Ji çar goşê welat milet dihatin pêşiya koçê
Dibû kêf û xweş û şahî li bajarê silêmanî
Bi mest û tor û serxûzî teva dest dane ser hevdû
Ji bona serbilindê kurd serokê û şahê berzanî
Mexabin ku çiqa îro di vê komê dinêrim ez
Di meydanî de nabînim şêx mehmûdê zirav kanî?
Xudanê xincera zîvî pilngê çayê sordaşê
şoreşgêrê bi nav û bi deng li berdê hehreman kanî?
Bi canbêzariya dev teng li pêşya cengevanên kurd
Di cenga leşkerê feysel kumandosên birîtanî
çi kevrê çayê sordaşê sipî wek mermer û almas
Ji xwîna canfida bi rengê sor û mircanî
Bela romê teres her dem bi malkambax û wêran be
Nehatî ew dihanê da tu soz û bext bi cî anî
Ji wî cî koç birêkeftî bi sê qunax û sê wara
Li paytextê hewlêrê li kelha somerî danî
Qiyamet radibû dîsa li koh û deşt û topraxa
Bi şal û şapikên rengîn bi xeml û xêzê bukanî
Gelo sersal û newroz e weyaxod mehrecane ev
Li her cî reqs û dîlane li ser tilya bi şêxanî
Li alîkî xweş û kêf e bi dîna qehremanên kurd
Li ya dî qîr û hawar e girî û şîn û fîxanî
Cegerxîn û hejar û ehmedê namî serî rakin
Bidin ber şir û helbestan bi kurmancî bi soranî
Ku ev roja weye îro kefen bavên ji gorînê
Di vê rojê de dilxweş bin nemînin dil bi kovanî
Du malbatên bi nav û deng ji dewra bav û bapîra
Gelek zor û setem dîtin Bedirxanî û Barzanî
Di meydana şer û cengê wekî rustem kurê zal bûn
Xwe nespartin neyaran qet xwe nefrotin bi erzanî
Ewin taca serê kurda li her çax û zemanî da
Heya bilbil di baxan da bixwînin û bizên kanî
Ji wî koç bi bala ket li çar goşê welat gerya
Bi navê dewlweta kurdî gelek şabûn bi rêzanî
Gelo koç geşteya Nûh e çiya tev da serî hildan
Metîn û zozik û şingal sefîn û cerdê seywanî
Ji gelyê laleş û şêxan heya bighêje hemrînê
Tuxûmê şax û şeqlawe bighêje sîrwanî
Ji çayê gerdemend heta ku bighêje helafurdê
çiyayê bext û ertûşê heya bigêje germiyanî
Omîda her çiya ev bû ku ew koç bê li ser deynî
Bibî fexr û ziyaretgeha bi gora şahê Berzanî
Di çar qûnaxê dawî de berê koçê xwe da berzan
Li warê bav û bapîran li quntara çiyê danî
Bipêçin qehremanên kurd bi ala kesk û sor û zer
Bila razên xwea şêrîn pîroz û raheta canî
Bila axa welat herduwa di ber sînga xwe himbêz ke
Ew e dayka me ya dawî henûn û pir dilovanî
Li ser axa welat paldin ku dîbac û hevirmêş e
Wekî hilma şimamoka gulav û misk û rîhanî
çiqasî ku bibêjin ez bi dev xamê timî kêm e
Emê bispêrin tarîxê bela bêje bi wicdanî
Ne mir ye saxe berzanî di nêv cerg û dilê kurda
Hezar rehmet ji dev tîrêj li ser wan be yezdanî.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê