A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Bersiva Şira Melê Kurd
584 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Bersiva Şira Melê Kurd

Melê kurd ey birader peyama te ji mir hat
Pir buhaye li nik min tev mizgîn û tev xelat
Te kirim bi rêza hejar û hem cegerxwîn
Gelek girane ev bar wek çiyayê ararat
Ev qîmetê te da min pir zêdî hunera min
Neşim dibin de rabin girane barê welat
Riya welat ne doze kelem û berf û kaşe
Ne raxistî’ b kulîlka tev hîm û teht û kelat
Divê em dest bidin hev bi yekîtî tevayî
Em rê nedin qirêja dijî rizgar û felat
Ev welatê xweş û rind em anîne cîhanê
Xêr û bêr wê dixun ava bi gol û ferat
Dema em canfida kin ew dayka dilovan
Sînga xwe vedqelêşî himbêz dikî me ‘b şewat
ev cîana ku em tê warê piling û şêre
tevger û berxwedane tev ked û kar û xebat
divê ku em xwe têxin warê piling û şêra
ne wek rovî û çeqel hestî kujêd bê xelat
yê ranebe dozê poşman û ser bi xware
wekî tîrêj dibêje: roja med go vaye hat
pir bi kêf û spasim ji te melayê hêja
bi wî rengê teyî xweş qebqebq dengê rebat.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê