A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Bendê 11ê Adarê
520 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Bendê 11ê Adarê

Serbilindê kurd û kurdistan û gernasê welat
Rihberê xortên fidakar jîrekê kar û xebat
çaregahê miletê kurd serwerê xortan mela
Rengê xorşîdê cîhan îro li berzan xweş hilat
Rohnî û tava xwe da çargoşê kurdistan hemî
Kurd ji xwe tevda şiyarkir yên li deşt û koh û lat
Bîrwer û miletperest û al bi dest hildaye jor
Miletê kurd sef bi sef bûne li dor kom û civat
Kurdên berzan û ezerbêcan û eyran û ecem
Kurdên şingal û Cizîrê ta bi der ava ferat
Erdehan û qerş û batom ta bi xakî serheda
Bayezîd û şernex û wan ta bi sîpanê xelat
Wa li berzan û metîn û zozik û çiyayê sefîn
Can di meydana şeref de tê firotin bê mezat
Wane pêşmergên dilêr sîng dane ber top û gula
Pakrewana ruhê şêrîn dane mizgîn û xelat
Bendê Adarê bi mafê kurd li me kir ye buhar
Bagar û serma hemî çûn tev li kanûn û sibat
Bexçe û dehl û gulîstanên welattev xemilîn
Cok û cobar têne ser wek kaniya ava heyat
Sorgul û çîçek ji nav pencên di xara bişkivîn
Bingeha dara jiyanê wa ji bin ve daye kat
Bilbil û şalûr li yek hawî dixînin şev û roj
Tê li ser teht û şikêra qebqeba dengê ribat
Xakî kurdistan sera ser bûye lê kêf û xweşî
Siltemê koça xwe barkir bê veger ceng û şewat
Aferim sed aferim ey serbilind û pêşewa
Tev bi tevdîr û zanîna te va dewra me hat
Hemberê darwîn û napilyon û xandîw hoşemîn
Qehremanê çerxê bîsta şêrê zozan û kelat
Her bi bîr û bawerî tîrêj ku migînê didî
Miletê kurd namire wê hebe roja felat.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê