A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Bê Kar û Baro Dilo
929 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Bê Kar û Baro Dilo

Keçkê gundê me çarin tew lo dilo lo dilo
Bi berbisk û guharin jar û binbaro dilo
Keçkê gundê me şeşin tew lo dilo lo dilo
Gewr û boz û çavreşin bê kar û baro dilo
Keçkê gundê me sîne tew lo dilo lo dilo
Bi toq û gerdenîne dîl û xembaro dilo
Keçkê me rêçenasin tew lo dilo lo dilo
Bi îşlek û kirasin wey dîn û haro dilo
Keçkê me xwendevanin tew lo dilo lo dilo
çeleng û mehrevanin bê cih û waro dilo
Keçkê gundê me rindin tew lo dilo lo dilo
Nazdar û serbilindin bê pişk û paro dilo
Keçkê me `b xeml û xêzin tew lo dilo lo dilo
Xob û bejn dirêjin ey şermîsaro dilo
Keçkê me şox û şengin tew lo dilo lo dilo
Bi nav û pir bi dengin Tîrêj bê çaro dilo
Helbestên din ên Helbestvanî/ê