A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Bê Delav
685 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Bê Delav

Eşq û evîna dîlberan
Tev derd e tev jana zirav

Tîrên ji çavên esmeran
Sotin gelek cerg û hinav

Cerg û hinav sotin gelek
Zehra bi wan çavê belek

Harût û Marût ew melek
Ji rê birin der wext û gav

çala li Babil çelherîn
Herdu firişt tê de dijîn

Zend in di bin xakê zemîn
Tî, birçiyêd bê nan û av

Ey dilgirê jar û reben
Bawer mebe tu bi guft û ken

Te`j rê nebin ew lêv û çen
Ew zulf û dêm û herdu çav

Ebrû kevan destik sedef
Awir ji tîrên Xanşeref

Tên dil bi nîşan û hedef
Rengê terez bê `ewr û tav

Bê `ewr û tav rengê terez
Wêran dikin ew cerg û bez

Herdem ji ber mesta me ez
Deryake kûr min daye nav

Min daye nav deryake kûr
Tev pêl û mewc û bayê gûr

Mûran û mij e bê bihar
Kendal e hawir bê delav

îro di wê derya evîn
Gazî dikim hana min nîn

Tê min firiştê cansitîn
Emrê me ma ser takî xav

Ser takî xav emrê me ma
Min hêz û himet qet nema

Wek mirxê jarê dev çema
Bazî li hember girtî rav

Yê`j ya xwe ket xortê delal
Nînin ji bo yar û heval

Napirse lê ap û ne xal
Qet kes li wî nake silav

Sermayê eşqê êş û jan
Bendên di Tîrêj xweş bizan

Tev cewher in qîmet giran
Nayên bi dînar û dirav.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê