A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Bazê Çeleng
1052 Xwendin
4 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Bazê Çeleng

dewr û dem tev ya teye rabe ji xew kurdê leheng
dakeve meydanê îro her wekî şêr û pileng

ha j` xwe ke îro birader dem ji te derbas nebî
xweşî û rewşa cîhan wê l` te bibî tarî û teng

çerxê bîsta ye ji dest xwe bermede vê firsetê
tu li çar hawêr binêre kes nema bê şer û ceng

gelê Efrîqya hemî bûne xwedî al û keya
bûne azad ew ji destê Hebeş û zulma fereng

şoreşa Kastro li Kûba serbilind û qehreman
şoreşa li Nîkaragwa ya bi nav û pir bi deng

serfiraz bû ew ji destê Emêrka zor bi zor
kêr nekir bombên etom saroxên hok û pîreşeng

xweş tu behwer be tifinga ku di nav milê te de
hemberî hêza neyare ew firok û top û teng

bide ser şopa gelê pêşketî ew rêça dirust
zû tê bighê doz û armanca xwe ey bazê çeleng

tu bi bîr û behwerî dest bavê zincîra demê
toq ji gerden wê vedî ew qeyda zingarî ji ling

kurdê xayin ey bira paqij bike tu j` wan welat
davêjî paxla te dijmin wekî sersot û pereng

xan û hundir bike kavil tu bi ser wa`d hilweşîn
koka wan rake ji qurm mîna kelendor û kereng

koneye dijmin tucarî pê nexapî ey bira
geh bi olê geh bi zor tême bi sed hawa û reng

koremare ew bi sed derb û lêdanê namirî
ta ku ser neşkê mejî jê der nebî b`derba kuling

tu li hember weke şêr, rawest li hevrazê çiya
ala rengîn deyne ser mil bi def û awaz û çeng

bide ser piştê bi êrîş ey bira yefşê medê
dil bi tirse ew li meydanê xwe nagrî pêzeveng

tu welat ava bikî bi birc û qunaxên bilind
da bi şahî têde rûnin ew şepal û naz û şeng

bilbil û şalûr di baxan de bixwînin dem bi dem
da ji bala bê me dengê qêrîna qaz û quling

geşt û seyranê bikin ku em li mêrg û çîmenan
em ji bîr kin setemê bên der ji dil tîr û xedeng

tu li Tîrêj xweş bikî derd û xemê jana welat
bûye wek kalê zemana wa mejî girtiye zeng.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê