A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Badeya Lêvan
999 Xwendin
6 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Badeya Lêvan

Ji birca sê tebeq şûxê hat nig min bi xemla zer
Bi wê şerpa hevirmêşî gelek têda li texma ser
Li dor şerpê seraser tev de rêşî gulabendin
Diraqisin tev li hawakî çep û rast bîn dîdî enber
Li ber bayê sibê xemle dilerzit xweş li bejna wê
Sitemkarên zêrqeseb têda biçirisin tev li semta ger
Di gerden gerdenîk sê rêz di ser sîngê de berdaye
Du rêz karbane yek baxe di nêvde kevrekî cewher
Bi temtala xwe qozxe bilinde wek sipîndarê
Li newqê xweş giradye bi qulp û û bestikan kumber
Li gor kêfa xwe xweşî dî kilîşek girt û da nîşan
Nigarê wê di rojê da xuya bû her wekî fener
Dema min ayîna dilber di rojê da bi çava dî
Ketim bê hiş li ber lingan bi işqê nû me kir bawer
Helestim ser piya wêga me herdû lêv ji dil mêtin
Bi min xweştir ji hingiv û ji ava zemzem û kewser
Heya saxim li dinyayê bese ew badeya lêva
Nema êdî dinoşim ez mey û badê ji dest meyger
Bi bawer ney gunehkar im dibêjim lê qepê nakim
Ji nîgaşa xeberdarim şev û rojan li ser dilber
Buhuşt û agir û berzex xuda ew pê tenê zane
Yeqîn û bawerî her dem di dil tîrêj dene ez benî.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Helbestên din ên Helbestvanî/ê