A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Azana Melê
1285 Xwendin
8 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Azana Melê

Rojek ji rojên Tîrmehê
Da min civanek çavkilî
çavê mi bûn steyrik li rê
Kengî li min wê roj hilê
Hindî li bendî mame ez
Hilyan li min ew cerg û bez
Paşê mi dî yar hat bi lez
Min go çima wer maye lê
Bersev neda min eşkere
Hat min bi remz û awira
Tirsa`m ji ber bav û bira
Tirsa`m ji peyv û belbelê
Zû derketin b`lez û beza
Em çûne nêv dehl û reza
Em hatine hevdû b`geza
Li ber dîwarê kokelê
Sura bayê gelya l`me tê
Em ketin warê fersetê
Mirin di bîra kê j`me tê
Bilbil di pêsîra gulê
Em çûne ser tehtek repin
çavîke av der tê ji bin
Ji hêla himbêzê mezin
Min dest dirêj kir baxilê
Ew paxila bişkoj li ber
Du sêv mi jê anîne der
Mi`b wan dilîstî zo û fer
Geh min didan ber bêvilê
Mêtin rewa mi`d wan nehişt
pêta dil û can pê mi kuşt
Dunya li min bûye buhişt
Wê d`gote çi mi`d go belê
Hirmê tirî xox û hinar
Me j`wan rez û dehla dixwar
Ta roj Li me çû ber bi xwar
Heta bi azana melê
Em herdû têr bûne ji hev
Dîsa vegeryan mal bi rev
Dosta evîndaraye şev
Ku pêşiyan gotne welê
çerxa felek ey dûm kinê
Derd û kul û qehra dine
Sê par te dan Tîrêj tenê
Hawar ji vê zilma te lê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê