A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Tîrêj - Agirê Tûr
1072 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Tîrêj - Agirê Tûr

Agirê pîroz li kohê Tûrê Sîna hilveda
Agirê Zeradeştê Eyranî bî ew pêta li dar
Hezretî Mûsa bi pêxwasî diçû nêk agirî
Dest li ser hevdû vebestin pişt kubik gerden li xwar
şand ji Mûsa re Xuda darek bi dest kalê şue`yb
Sahirê fere`wn revîn dar bû li wan ejder û mar
Leşkerê Harûn û Mûsa yem li ber wan kir du şeq
Agirê Brahîm kurê Azer li der xakî Ruha
Bi xwe ew agir bû dîsa kêr nekir pê germ û sar
Pût û latê Azer û Nemrûd û Homan yek bi yek
Ser nixûn bûn levketin pêkve ji hev bûn tar û mar
Paşê Ibrahîm diçû mala xwedê ava dikir
Mekke bû paytext û keşwer qublegeh û şehreyar
Êla Cerhem tev li dor zemzem û ke`bê hêwirîn
Hinga Ismaîlê Ibrahîm li wan bû xwendekar
Mîrza Ismaîlê gorî jê veket alê Qureyş
Bav û bapîrê Mûhemmed serbilind û namîdar
Qehremanê çerxê gerdûn dijminê latê Ereb
Hemdemê jar û feqîran zor neyarê koledar
Rêberê rahê dirust pêximberê dewra zeman
Piştemêr şêrê `Elî bû dest bi şûrê Zulfeqar
Hemneşînê wî ebû Bekir û Osman û `Umer
Ketne ola nû bi bîr û bawerî soz û qerar
Ola pêximber êrîş da pût û lat û senema
Textê Herqel şahê Romê wî di bin de hate xwar
Gawir û bê dîn hemî revyan ji ber ola temîz
Tariyê koça xwe barkir şewqê da herçar kenar
Dîn li dunyayê belav bû koletî êdî nema
Haştî ket dewra cîhanê ol bi xurtî ma li dar
Hêvîdare her demê Tîrêj ji Yezdanê mezin
Têxe ber wê şewq û tavê jê nebî bê pişk û par.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê