A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seydayê Keleş - Gerdena Nazik
427 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seydayê Keleş - Gerdena Nazik

Gerdena nazik ji rîhanê ne de ber pencerê
Bejn û bala tey tenik tirsim belak jê re derê

Zilf û xalan tu veşêre ebrû çavan ber ne de
Nabî kes vana bi bînî û li wana bi nerê

Porê zer sor û dirêj qet min ne vêt ba lê bidin
Mîna şitla şox û şengê bejn û bala esmerê

Ev surra bayê seher pê re hezar êş û elem
Vê qebûl nakim tu caran ji wê bircê tu derê

Dergevan im bendewar im mal û halê min tu ye
Vî dilê Seyda ditirsim tu bi dî ber xincerê

Ji birînan pir ditirsim ger bi çin nêv cerg û dil
Wê hinavan bidne sotin tev bi carek her derê

Min nexe nêv kul û derdan min berê dil tije ye
Ji neyaran pir di tirsim ko bi çin koçk û serê

Min nevêtin ku hinek bên bi bûrin çav li te kin
Wê demê êş û elem xurtin li nêva cegerê

Ev neyar ger te bi bînin wê bi sojin vî dilî
Tê belakê bo mi çêkî di be ku can tê herê

Her neyar ji min di tirsin û ji ber min direvin
Lê li ber te xûz û xwarim ma li min tu na nerê

Xet û xalên qelemî dijmin di wan na buhurin
Pir ditirsim ku ji dest min herî find û fenerê

Nazik û şêrîn û rindê ser û surra periyan
Ser me danî ber piyên wê pût û lat û mehderê

Bejin û bala te yê taze wek çinara zeviyê
Nêrgiza sîka zinarê ney û naya deverê

Nazika min dilbirîn im ji xem û derd û kulan
Ka li halê min binêre bide min yek xeberê

Min ne xoş im mest û gêj im sebir û saman im ne ma
Ez ditirsim ku nemînim ne bînim qozeqerê

şerbeta şêrîn ji lêvan ez dinoşim şev û roj
Aşiqê bejina bilind im zêr û durr û gewherê

Tu ye hêl û hinera min bi te bawer min heye
Min ji kalî ve digerînî bîstûpênc salî berê

Kaniya ava heyatê kî vexwî wê her bijî
Pê dibim mîna Ebanos ta bi sed salî derê

Wê ji bo min her bimînî ser bilind û payedar
Tac û textê min ji zêrin sînga eywan û serê

Te bi lawê Sîna nadim ne bi Luqmanê hekîm
Tu ye dermanê dilê min wê bi te ruh vegerê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê