A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seyda Perînçek - Welatê Min
272 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seyda Perînçek - Welatê Min

Ey welatê min
Ji bo ku li ser axa te ya pîroz
Bijîn jiyaneke ciyê rûmetê
Zarok nebûn xort
Ciwanî nedîtin
Qîz nebûn bûk
Bi mirazê xwe şa nebûn
Xort nebûn bav
Hêlîn çênekirin
Li hemberî êrîşên ku têne te
Kirin mertal canên xwe yên nazik
Bi dilxweşî û bi rûkenî
Bûn rêwiyên rêka bêveger