A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seyda Perînçek - Tovê Medyayê Me
176 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seyda Perînçek - Tovê Medyayê Me

Zarokekî Kurd im ez
Duh, îro, sibehê jî, dusibehê dijîm
Dagirkeran mirarî kirine
Dahatûya min
Roj ji xwe re hilbijartine
şev jî kirine para min
Bê şewq û bê çira me
Bi tenê heyv û stêrk ronî dikin riya min
Tovê Medyayê me
Ji axa pîroz im
Ev e soza min; heta mirinê;
Natewim tu car û wextan
Ez ê berovajî bikim zagonên karwanîşelan
Ew ê roj were
Ez ê sibehê, îro, dusibehê jî sibehê bijîm
Bi pêşverûtî!