A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Seyda Perînçek - Lo Zalimo!
149 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Seyda Perînçek - Lo Zalimo!

Tu mîna fîşeka serxweş û har î
Te şaş kiriye menzîla xwe
û dilê min ê belengaz
Ji xwe re kiriye navnîşan
Ez pê dizanim, yarê, ez pê dizanim
Tu yê min û axa sar tevî hev bikî
Ez qurbaniyê te yê çendemîn im?
Ma ew qasî erzan e mirin?
Lo zalimo!
Bihayê ruhê şêrîn çend quriş e
Li ba te?