A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şexmûs Sefer - Çolistaneke Bedewî
251 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şexmûs Sefer - Çolistaneke Bedewî

Tu kengî bigirî
Wê lehî li ba min rabe
Tu kengî bikene
Wê pirêzeyên min bişewitin ji germa
Tu kengî çavên xwe yî xezalî veke her sibe
Wê emrekî din ji serê min derbas bibe
Tu kengî min li çolistaneke
Bedewî
Bihêle
Qubbeya min eniya te ye ey yar!
Mijankên min jibo te limêj dikin
Bi her çav vekirina xwe