A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şexmûs Sefer - Bîranîn
175 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şexmûs Sefer - Bîranîn

Kenê te ne yê berê ye
Firmêskên te ne yên berê
Roniya çavên te
Zarokên Efrîqî dilşa dikir
û ji yên Amedê re dibû hêvî
Firmêskên te
Dibû av ji masiyên di leganan de
Sînga te
Zozan bû ji eşîran re
Bi her mistekê
Konek lê ava dibû...