A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Riza Talebanî - Weznit Le Çiyay Qafewe
138 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Riza Talebanî - Weznit Le Çiyay Qafewe

Weznit le çiyay Qafewe lem qafîye nawe
Ya şî‘rî xezel xezel e be rîsey petî xaw e

şabîstey neqdêkî berawirdî ‘erûz e
Lam wabê ke belay to we neqdim natewaw e

Ewzanî şî‘r heryeke merbût e be behrêk
Lem şazde bihûrey be ‘erûz nawî nirawe

Be dillêkî firawan were hasill ke qena‘et
Lay ehlî edeb rexne weku xemzey çaw e

Ey Huznî qebull ke le Reza keşfî heqîqet
Toş wek minî her talîbî efwîn le Xudawe
Helbestên din ên Helbestvanî/ê