A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Riza Talebanî - Suleymanî Ke Darulmilkî Baban Bû
144 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Riza Talebanî - Suleymanî Ke Darulmilkî Baban Bû

Le bîrim dê Suleymanî ke darulmlikî Baban bû
Ne mehkûmî ‘ecem ne suxrekêşî alî ‘Usman bû

Le ber Qapî Sera sefyan debest şêx û mela û zahîd
Metafî ke‘be bo erbabî hacet Girdî Seywan bû

Le ber tabûrî ‘esker rê nebû bo meclîsî paşa
Seday mozîqe û neqqare ta eywanî keywan bû

Dirêx bo ew zemane ew deme ew ‘esre ew roje
Ke meydanî cirîdbazî le dewrî Kanî Askan bû

Be zerbî hemleye Bexday tesxîr kird û têy hellda
Suleymanî zeman, rastit dewê, bawkî Suleyman bû

‘Ereb înkarî fezlî êwe nakem efzel in emma
Selahedîn ke dinyay girt le zumrey kurdî Baban bû

‘Umumî şehir baran û selatînî Ferengistan
Le ru‘bî setwetî ew şêre da giştî herasan bû

Quburî pirr le nûrî alî Baban pirr le rehmet bê
Ke baranî kefî îhsanyan wek hewrî nîsan bû

Ke Ebdulla Paşa leşkirî walîy Siney şirr kird
Reza ew wexte ‘umrî pênc û şeş giflî debistan bû
Helbestên din ên Helbestvanî/ê