A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Riza Talebanî - Suhbetî Şêx Elî
148 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Riza Talebanî - Suhbetî Şêx Elî

şêx ke ham suhbetî şamar û nedîmî Heme bê
şêx ke dostî miçerêjawî û Ehmedî ceme bê

şêx le ber celbî dillî Ayşe kurranîy jinekey
şîr bikêşêt û le rûy walîde deste û qeme bê

şêx ke qudsyetî pîranî terîqet le kinî
Hemû efsane û efsûn hemû gallte û geme bê

şêx ke gewwadî weku xadimî succade le lay
Seyîdî hurr le sulaley Elî û Fatîme bê

şêx ke qesrî heremî geyîye meqamî ‘ela
Ser billind kat û billê şêx eme qesrî eme bê

şêx ewa goy hunerî birdewe keşkek sellewat
şêx ewa cêy piderî girtewe destî beme bê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê