A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Riza Talebanî - Stayişî Şêx Star
126 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Riza Talebanî - Stayişî Şêx Star

Supay xem dewreyan dam des be metreq
Le paş teşrîfî to dayanme ber şeq

Te‘alallahu le celladî fîraqit
Derrêjê bê muhaba xwênî naheq

Mepirse bo le hîcranit nemirdim
Ke min segmergim û giyansext û dillrreq

Ke zînyan xiste ser peşt mayne reş kiwêt
Gerra çawim le tawan zerd û eblleq

Le şewqî to weku Mensûrî Hellac
Xirûsî teb‘î min eygût: enal heq

Le bezmî xesrewan da yek zemanê
Murexxes bûm weku destûrî mutlleq

Emêstaş taqetim taq e û perêşan
Xirûsim nexres e û hallim mufeşşeq

Le ber heywanî mizgewt êste bê to
Weha dêm û deçim wek hacî leqleq

îlahî ‘umr û cahit berqerar bê
‘Eduwit sernigun bê û xot miweffeq

Simêllî şêx Star heblul metîn e
Kelamî şêx Reza wehyî museddeq


Sed sall e renc edey hêşta rûttirî le sillq
Kêrêkî sîs û dû gunî çirç û qingêkî filq


Le geştî şêx ewa hat hacî leqleq
Dehawêjê dû destî wek dû metreq
Helbestên din ên Helbestvanî/ê