A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Riza Talebanî - Şêx Reza û Pîremêrd
151 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Riza Talebanî - Şêx Reza û Pîremêrd

şî‘rî şêx Reza bo şêx Se‘îdî Hefîd û birakanî katê çûn bo Kerkûk. Em şî‘re Pîremêrd le farisîyewe kirdûye be)
kurdî:
Mangî remezan têperrî ewsa demî ‘îd e
Hêşta remezan e keçî ‘îdêkî se‘îd e

Meqsed leme min wa ke dellêm cejn e le laman
Teşrîfî hefîdêkî Seyd şêx Se‘îd e

Kerkûk be me nazî heye emrro le cîhana
Aramgehî pirrşerefî çiwar Hefîd e

Sed şukir le rojî dewlletî dîdarî ‘ezîzan
Sallan dû cejinman debû emsall sê ‘îd e

Cebhe û cibeyan nûr û se‘adet enwênê
Nûrêkî se‘adet le siyadet da bedîd e

Ême hemûman xadimî ewladî nebî bûyn
çî bikeyn eme teqdîrî Xudawendî mecîd e

Nîsbetî derdî alûdeyî Reza êsta nîye
Her le rojî ezelewe ‘aşiq û derwêş û murîd e


Pênc xiştekîy Pîremêrd le ser beyte şî‘rêkî şêx Reza:
şêxê bû Reza tîrî qeza bû keçî zû mird
‘Umrêkî legell hecûy kesûkarî be ser bird
şi‘rêkî cinasî heye zor layiq û zor wird
Qurbanî pelêkim ke pelî Hempelî pel kird
Xoy û segekey herdû be carê şeq û şel kird
Helbestên din ên Helbestvanî/ê