A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Riza Talebanî - Şêx Homer
152 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Riza Talebanî - Şêx Homer

1
Her le nakaw zirmeyek hat, kêy kurre? şêx Homer e
şêxî çî mirdût mirê, bo çî netgut caşeker e!

2
Muxbîr xeberî dawe le ser muftîy Koye
Hesretkeşî şîrî seg e bo kewçke doye

3
To be tîrî ‘îşqî şoxê cergî pêkawit heye
Naw zikit mecrûh e boye zerdelîkawit heye

4
Lûtî wek memkekenû, çawî dellêy kunge bûwe
Bedfesallî weku Nûrî, ne debêt û ne bûwe

5
Her kesê esll û mîzacî fîtneyî û bedgoyî ye
Destî hîzîşî hebê emca be tehqîq koyî ye

6
Le tirsî afretekanî emêste waqî wirr e
Hisên Efendîy diktor ellêy mirîşkî kirr e

7
şêx Hemîd gerçî qebîley ême ye
Ehmed Axay Ye‘qube oxllî ême ye

8
Le ser şah û geda em fî‘le ferz e
Kesê elfêkî bê bînê le hemze

9
Ax le des şorbay Sileyman çaweş û qawey Xile
Ew dellêy awî gerrawe em dellêy newtî gil e

10
Hetîwî lûs û bêmûm min le ‘umrî xom gelê gawe
Le semtî simtî Hemmadîm nebird, em hesretem mawe
Helbestên din ên Helbestvanî/ê