A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Riza Talebanî - Şêx Elî Tallebanî
179 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Riza Talebanî - Şêx Elî Tallebanî

Bêgane hemû sahêbî cah û ceberrût in
Bêçare biray şêx Elîy muflîs û rût in

Ey şêx Elî çak e wisûqit be bira bê
Bawerr meke bem xellqe ke wek tûle le dût in

Qewmê ke le ‘ehdî piderit helqe begoş bûn
Tehqîqî bizane be Xuda cumle ‘edût in

Rehmyan nîye derbarey to xizm û eqarîb
Muşfîqtir e bêgane le mane ke emût in

Nadan û qurrimsax û nezanin ke emane
Gahê le sema gah le seyrî melekût in

Em tekyenişînane çi derwêş û çi sofî
Herçende be dill muştexîlî zîkr û qunût in

Wek hacî mabeynî Sefa û Merwe be te‘cîl
Bo luqme emanîş be mesel Yunis û hût in

Cum‘ane birrawe be Xua muflîs e lamî‘
Ne pûlî hemamî heye ne pareyî tûtin
Helbestên din ên Helbestvanî/ê