A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Riza Talebanî - Şerrî Cebarî û Dawide û Kakeyî Legell Tallebanî
128 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Riza Talebanî - Şerrî Cebarî û Dawide û Kakeyî Legell Tallebanî

‘Eşayir bûn be yek ta rîşeman derken be yekcarî
Cebarî û dawide û kakeyîyekanî daye Rêzwarî

Qesemyan xward be rohî Sey birake û gorrî Xan Ehmed
Be kelley xûg û şaxî gawî hol û goştî mirdarî

Debê emrro be carê qet‘î neslî Tallebanî keyn
Teq û toqyan ke hesta gulle herwek terze dabarî

Siwarey tallebanî derperrîn wek Rostemî destan
Fîraryan îxtiyar kird seydekanî bawe yadgarî

Fîrarî kakeyî her neyse, emma giwêy felek kerr bû
Le cirt û firtî Axay Dawide û sadatî cebarî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê