A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Riza Talebanî - Şerm Ekem Ya Şêx
210 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Riza Talebanî - Şerm Ekem Ya Şêx

(Em beytey şêx Reza le wellamî beytêkî Westa şefêy sineyî dawetewe ke dellêt)
1
şerm ekem ya şêx billêm hey name naw dû lingtewe
Mêkutî gewrem kutaye dollyanî dingtewe

2
çend hetîw xoy tas û lûs da çûn be pîrî şêxewe
Kaşkî mûyê bû maye min be kêrî şêxewe

3
Bo kerê î‘lanî herbî kird legellman şêx Hesen
Seyrî ken yaran çi gobendêkî gêrra em kere

4
Min ne nanim xwarduwe emrro ne ganim kirduwe
Wek jinî serkase, yaran bo çî janim kirduwe

5
şêx Elî etwarî bawkit têk mede
Qul huwe rrehmanu amenna bîh e

6
‘Eşret azaş bê ke namûsî nebê bê fayde ye
‘Eşretî bêxîret emrro ‘eşretî Dawde ye

7
Aşî simtî to be awî kêrî ême nagerrê
Aşbetallî bo bike ger taqetî danit heye

8
Hetîwî xwêrrî û mehbûbî sade
Ke destit kewt siwarî be û pîya de

9
Heramzade û dakî-xo-gê le ber tekye zor e
Xile û Bile û fişegallte û ‘Eze dembore

10
Kenyekey feqê Qadir çi re‘na û zerîf e
Be tapo hî Hemîd e, teserrufî Letîf e

11
Qametî bêşik nemamî ‘er‘er ya sewsen e
Dek fîday naz û girîşmet bim perîzadey Sine

12
çawî ‘îbret danewênin her le surqa û şanewe
Awî sûrî ême ye errjête naw zêtanewe

13
Kake: Qadire boze
Destî şkandim be goze

14
îdi‘ay ‘îlm û em ser û sekute
Sîktirî ken her beşî sokte

15
Hîz e her şiwênê ewwellî sîn e
Silêmanî, Seqiz, Sîtek û Sine

16
Te‘ecub girtimî lewey berbû lew nehsî qîrsîçme
Dû lêfey da be yek da xalle Mehmûd witî liçm e

17
Helbestên din ên Helbestvanî/ê