A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Riza Talebanî - Serguziştey Xoy û Hecûy Şêx Xefur
119 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Riza Talebanî - Serguziştey Xoy û Hecûy Şêx Xefur

Ew roje ke toram û le Kerkûk seferim kird
Manendî ‘eqarîb le eqarîb hezerim kird

Gerdûn sinekî kirdim û hênamye Koye
Mîwanî le kin Mame Xefurî lecerim kird

Xwastim ke birrom bo seferî Rom be seyahet
Neyhêşt û dûsed ehlî ‘emamey le serim kird

Danîşê neçê min kiçî xom mare dekem lêy
Ew talîbî dinya ye ewa mu‘teberim kird

çirûsa le berim cubbe û fisa le serim fês
Ne fêsî le ser nam û ne cubbey le berim kird

şeş mange bem qisane gilî damewe lay xoy
Nemzanî milim bişkê tîya çûm zererim kird

Wellahî dekem derheqî ew bellku ziyatir
Ew kare ke derbarey Reşîdî piserim kird

Karim terr ebê emwit eger lutfî bibê mam
Ey layiqî rîşî be Xuda karî terrim kird

Bo muctehîdan gerçî cewazî nîye teqlîd
Min muctehîdim hatim û teqlîdî kerim kird

Ey gûy Xile bem lutfe ke ew kirdî legell min
Lem merhemet û lutfe ewa min guzerim kird

Herçende witim wextê ke dîm nexwetî qelbî
Ya reb legell şêx Elî bo çî şerrim kird

Her deçmewe lay gerçî billê hatewe dîsan
Ew xwêrrîye bêkare ke min lêre derim kird

Herçende Reza ba‘îsî bednamî ye ‘ewdet
Lem sûkî û bednamîye serfî nezerim kird
Helbestên din ên Helbestvanî/ê