A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Riza Talebanî - Murad Axay Ako
137 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Riza Talebanî - Murad Axay Ako

Ruxandî gerdişî gerdûm le her cê astanê bû
Sûtandî çerxî dûn perwer le her kiwê aşyanê bû

Weku teyyîl sîcîllî lîl kutub pêçayewe gerdûn
Le her mîhman sera asarî sifre û nan û xwanê bû

Be Hatem ger bikey teşbîhî em Axa ye bê eqll î
Ke ferqî em legell ew asman û rêsmanê bû

Dirêx bo xanedanîy Haris Axay serwerî Ako
Ke cêgey ‘eyş û ‘eşret û menbe‘î emn û emanê bû

Le cûd û bexşiş û en‘amî xoy û qewm û etba‘îy
Weku şaname û Rostem le her cê dastanê bû

Keyumersî duwem Cemşîdî sanî Xusrewî salîs
Sileymanî zeman Eskenderî sahêbqirranê bû

şewî wek zulfî yar e wirûdî hesûd û bextî min tarîk
Legell dîcûr û yell da wa hîsab ke tew‘emanê bû

Be namerdî şehîdyan kird weku Hemze û ‘Umer, dujmin
Murad Axa ke rojî ceng û de‘wa qehremanê bû

Kesê em seruy re‘nayey le pê xist gerdinî bişkê
çi zêba sûretê, ya reb, çi şîrîn newcewanê bû

Muradyan bo ye naw nabû le wextî bexşişî û en‘am
Le bo babî Murad destî Kerîmî nerdebanê bû

Le heq şêx û mela û derwêş û sofî sa‘îl û seyyah
Weku Hatem şefîq û dillnewaz û mîhrebanê bû

îtir netbê le mullkî Rom Reza umêdî asayiş
Le pêş em kare da umêdî to bew parçe nanê bû
Helbestên din ên Helbestvanî/ê