A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Riza Talebanî - Le Wextî Zerfên Da
173 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Riza Talebanî - Le Wextî Zerfên Da

Ey mela qet to le zerfên da weha xêra nebûy
Ya le hîzî bextî min ya moreket mûy pêwe bû

Hall le sê xallî nîye tu Xuda be rastî pêm billê
Mûy simêllit ya berit ya kilkî yabûy pêwe bû

Wa dezanim mûy rizîwî pîstî debaxxane bû
çunke asarî ketîre û cewt û mazûy pêwe bû

Peşmî paşit bû mezinde çunke wextî rojhellat
Dîqqetim kird dewûpiştî zerfekan gûy pêwe bû

Mûy segî girrwêş weha nabê be texmîn sedhezar
Rişk û espê û kêç û kehlekirm û kernûy pêwe bû

Elxerez dû pişkî rohim çû le tirsan ew şewe
Hênde dûpşik û hezarpê û mar û mêrûy pêwe bû

Qaweçî rûy sînîyekey herçend be nînok hellkirrand
Qel‘î asarî nekird hêşta beşî toy pêwe bû

Zor nemabû bonî sergên bimkujê way tê degem
Tûkî bin kilkî ker û bargîrî mirdûy pêwe bû

Dawekey mûyîn û girrûynit bekarî hîç nehat
Gerçî her layê dûsed efsûn û cadûy pêwe bû

Damenê bo baz û şahên dawî peşmîn ey kere
Ker ke dayna dawî peşmîn her be paşûy pêwe bû
Helbestên din ên Helbestvanî/ê