A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Riza Talebanî - Le Basî Bab û Bapîrî Ta Degate Xoy
186 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Riza Talebanî - Le Basî Bab û Bapîrî Ta Degate Xoy

Xuda wextê hezka bendeyêkî xoy bika xoşnûd
Le rêgey dûrewe boy dê be pêy xoy şahîdî meqsûd

Le Hîndistanewe şeş mang e rê ta xakî Kurdistan
Xuda şêx Ehmedî hîndî rewan kird bo Mela Mehmûd

Mela Mehmûdî Zengine ye‘nî qutbî daîrey îrşad
Le dewrî merqedî her dengî yahû dêt ya me‘bûd

Le paş ew Erşedî ewladî şêx Ehmed le cêy danîşt
Bî ‘eynî wek Suleyman cênişînî hezretî Dawûd

Bellê babî weha ellbet debê firzendî wa bênê
îlahî sedhezar rehmet le qebrî walîd û mewlûd

Be rehmet çûn ewan ba bêynewe ser basî Ewrehman
Fîdat bim ey netîcey dûdemanî Ehmed û Mehmûd

Netîcem meqsede tallî muqeddîm şertî tehsîl in
Ewaney bo îcad kird Xuda ta em bibê mewcûd

Emêstaş şêx Elî neclî kebîrî sahîb îrşad e
Emîş wek bawk û bapîrî le zumrey ewliya me‘dûd

Rezaş lew nesle ye bîbexşe ya rebî ke qet nabê
Gullî bêxar û behrî bê buxar û agirî bêdûd
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê