A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Riza Talebanî - Hecûy Tallebanî
141 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Riza Talebanî - Hecûy Tallebanî

Tallebanî zor in emma her duwanyan dêne kar
Rojî de‘wa şêx Hemîd û rojî helwa şêx Star

Qal e mil hîzî piyawî û qal e mil sîsî kurrî
Rast û çepyan girtuwe wek Rostem û Esfendiyar

Her ke wityan ceng e emro çaw egêrrin bo kullên
Em debête mame rêwî û ew debête kemtîyar

şêx Elî xo to minit aware kird û derbeder
çak e hecwêkit bikem mufîd û muxteser

Bo Hemey Westa Fetah êmet hemû aware kird
Ey Hemey Westa Fetah daykit be kêrî nêreker


şêx Rezam û be fesahet le cîhan da meşhûr
Piserî pîrî nezer kirdeyî qutbî lahûr

şî‘rî min wehbî ye kesbî nîye huşyarewe be
Xot le min lade le soraxî qingit bem Mexûr


Hemewendî terr û tûşî le cîhan derçû be xar
Êste kiwêxa dûmellane hellî dawe le binar


Serpetî xoy lê petî kird ta Miwanî naye ser
Qûllerreş hêndey wişî ta awî lê hênaye der
Helbestên din ên Helbestvanî/ê