A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Riza Talebanî - Hecûy Şêx Xefurî Mamî
185 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Riza Talebanî - Hecûy Şêx Xefurî Mamî

Mamekem qehbejin e dewlletî şeddadî heye
Tal‘î rahber û bextî Xuda dadî heye

Yek dû dêy dawetê Sulltan îg‘amî ge‘am
Her yekêkî be qeder xezneyê îradî heye

çi firoş û çi ziruf û çi zîya‘ û çi ‘eqar
Le hemû cinse meta‘ê sed û heştadî heye

Em hemû genc û xezêney heye hêştaku teres
Ne heway cud û ne meylî kerem û dadî heye

Resmî aba’î kîramî bûwe asarî sexa
Ne le aba’î heya û ne le ecdadî heye

Ger ser û rîşî piyawane ye bawerr meke pêy
Batînî cûleke ye zahîrî zuhadî heye

Xoy be her sûret umêdî keremim pêye welê
Riqî zorim le Reşîdî kurrî gewwadî heye

Rengî ker, dengî beqer, hey’etî dell, xûy çeqell
çawî kiwêr, mexzenî kêr, meq‘edî pirr badî heye

Zîkr û ewradî le ser kêr û zeker munhesîr e
Seyrî ew hîze qurrimsaxe çe ewradî heye

Tif le kuz dakî le kin xoy kurrî hênawete der
Gû be rîşî bawkî le kin xoy emîş ewladî heye

Eme gişt bawkî ke sermeşqî le bo dadawe
Serbexo salîkî rehrew nîye ustadî heye

Le giruhî herem kareker û dayik û xuşk
Fatim û ‘Asim û aman û perîzadî heye

şew û roj çeplle be kuz lê deden û helldeperrin
Ferciyan tab û tebî kûreyî heddadî heye

Bêheyan cumle xisusen jine sozaniyekey
Rewiştî dêlle seg û qehbeyî Bexdadî heye

Min le Kerkûkewe dênête kin em qehbejine
Legellim xesm e felek niyetî bêdadî heye

Kûnî û hîzî ye manendî Reşîd, teb‘î Reza
Hênd le ber cewrî felek xatirî naşadî heye
Helbestên din ên Helbestvanî/ê