A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Riza Talebanî - Hecûy Kakeyî
101 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Riza Talebanî - Hecûy Kakeyî

Baban başinde bîr batman yeşîl war
îmamul qewmî fî teqsîmî şelwar

Hetane herweku bîstûme bezmê
Le sallêka şewî yaranî dîndar

‘Emûdêkim heye wek tûllî Dawid
Kutame jêrî kurrekey daye Rêzwar

Tisêkî kend be rîşî seyîd birake
Tirrêkî da be yadî bawe yadgar

Debestin helqeyî wek eqdî perwîn
Le cêgayekî xallî leyset diyar

Be çoka dê qutey mil nêrke kardû
Weku bulbul dexwênê we‘z û guftar

Dexwênê mersîyey Malosî merhûm
Yekaney gunreş û gaholî şaxdar

Weku baran be kilkî pîreseg da
Be rîşî dadeçorrê eşkî xun bar

Le paş îkmalî resm û matem û şîn
Werrîn des pê deka wek kelbî hewşar

Me‘azellahî dellê ya eyyuhel qewm
Diro ye heşr û neşr û cennet û nar

Le giwê megrin qisey axunî şî‘e
Be aşûbin melay ser linge destarr

Xerez lem cirt û firt û fak û fîke
îta‘ey eşqiya ye û def‘î eşrar

Hululî mezhebêk e bêgirê û qort
Tenasux rêgeyek e rast û hemwar

Bî hemdîllahî nema kak Ehmedî şêx
Zehawî mird û gorrî gum bû çawmar

Eger bê şêx Elîş def‘ul bela bê
îtir dinya debête ‘eynî gullzar

Bimênê ya nemênê çî le des dê
Be tenha şêx Rezakey herzeguftar

Eger mişte û mişarîş bê zimanî
‘Elac ekrê be miştî pirr le dînar

Be dînarî ‘elac ken ya be simtî
Bilûrînî kurrêkî saderuxsar

Ezîzan mezhebî yaranî cem cem
Le ser sê rukn e ewwel terkî azar

Duwem îkramî çîf û şertî salis
Le herdû ‘umdetir kîtmanî esrar

Emaneş cumle peşm in eslî meqsed
çiwar pêt billêm ey pîrî huşyar

şkistey cewz û tûllî sewz û kelbey
Berazî boz û kelley xûkî mirdar

Eger derçê le ser em dîne ruhit
Deçête qalibêkî şox û nazdar

Ze‘îf bê Xua nexwaste î‘tîqadit
Be ayîn û be erkan û be etwar

Nekey tersê be rîşî xelfe bapîr
Nedey ganê le rêgey bawe yadgar

şîyakey gawe hol negirî le rîşit
Neçîte jêr kullînî daye Rêzwar

Qepozit danepoşê ber simêllit
Be ser milta neyê wek ballî kemtyar

Le qebîley Mistefa rû werinegêrrê
Le rêgey şeri‘ da demrê gunahkar

Le peşmî rîxnakî ber simêllit
Nerrêsin serkele û destbend û hewsar

Ke mirdî rohî napakit be çustî
Le însanî deçête şikllî segsar

Werin yaran şewî mî‘ad e emşew
Le pê derpê firrê den xizm û exyar

şerwallî zerd û sûr wek xermenî gull
Le ser mafûrî zerr roy ken be xerwar

şerwallî xamek û zerbeft û xara
Le ser yek daybinên wek mallî tuccar

Kenîz û xanim û xatûn û xadim
Feqîr û mun‘îm û derwêş û salar

Nedîm û noker û axa û efendî
Le dewrî danîşin wek xettî pergar

Le nezmî bezmî cem saqî bigêrrê
şerab û lê bida mutrîb le mizmar

Nebîz û şerbet û nuqll û meze û ney
Def û tembûr û saz û berbût û tar

Debê em bezme her bem nezime birrwa
Heta dû hisse rabûrê le şewgar

Ke dinya bû be rûy qeymasî zengî
Serey beşkirdinî şellwar e emcar

Be qur‘ey me‘delet yekyek beşî ken
Mepirsin le eqreba û qewm û kes û kar

Mepirsin dayik û pûr û xuşk û xwarza
Le jêr kurkey berin bê qewl û guftar

Be qewlî bawe bawe û mîre mîre
Mîsalî kêr û kuz herwek kun û mar

Be şer‘î Mezdek û ayînî Babek
Dixulî cayîz e esmê kunadar

Fe ya sadetî lîl lût wel nîkî
Leqed ‘llemtukum teqsîme şilwar

çira pif lê ken û şêrane hestin
şeqê hellden le perdey ‘îsmet û ‘ar

Ser û derpê berin bê ferq û temîz
Demûdest sahîbî derpê biken diyar

şerwallî herkesê ber herkesê kewt
îtir ferqî neka bîgrête ber kar

Ke em wez‘ey tewaw kird pîreaxun
îtir her pif le şem‘e û tif le heytar

îtir her etkî dîn û kesrî namûs
îtir her terkî şerm û îffet û ‘ar

îtir her ling ebête lam elif la
îtir her kêr ebête baskî Hawar

îtir her gûmezî simte esûrrê
Be sûrey ser xirra wek çerxî dewwar

îtir her lêperrîne û lêxurrîne
Berew jûr û berew jêr û berew xwar

îtir her dayke pîre û hell‘enîşê
Be kelley kêrewe wek wirçî serdar

îtir her pawaney zîwe û zirrey dê
Le ber kut pêwedan exşê le dîwar

îtir her xepley kuze wek çawî kazir
Be metreq deykutin sadatî ebrar

îtir her nawgellî xubanî bîkre
Le xwêna sûr debê wek bergî gullnar

îtir her kêre wek peykanî goştîn
Be jêr binya deçê wek perrî sûfar

îtir Xua nesîbî duşminit bê
Birînî nêze û nûzey birîndar

Minallî lew şewe peyda bê layan
Debête seyîd û rêzdarî muxtar

Le wesfî Kakeyî ger serfî ‘umrim
Bikem nakem beyanî ‘uşrî mî‘şar
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê