A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Riza Talebanî - Hatewe
159 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Riza Talebanî - Hatewe

(Katêk Simayilî Mela Xalîd le sefer hatewe, şêx Reza em şî‘rey nûsîwe)
Hatewe aşûbî dewran merdî meydan hatewe
şêrî Yezdan Lendehorî îbnî Se‘dan hatewe

Bo qirranî leşkirî e‘da le nakaw mîslî berq
Esxerî sahêbqiran û le‘lî xeftan hatewe

Hewrî mîhnet, barreşî xem, seylî matem bû temam
Berqî taban, mîhrî rexşan, re‘dî xerran hatewe

Pallewanî paytextî sefdirrî şêrzadxan
Tacbexşî kîşwerî mexrîb Elubxan hatewe

Se‘dî sefdirr malîkî ejder hozbirî pirr huner
Bêjen û gîw, tûs û newzer, pûrî destan hatewe

Hemdulîla baz le bo qetllî serî tûranîyan
Rostemî mazinderan samî Nerîman hatewe

Jêrdestî Es‘ed Axa bûyn weku mûrî ze‘îf
Bo xelasîman Simayil wek Suleyman hatewe

Dostan lebtuşne bûn agah le feyzî lutfî heq
Coy Nîl, deryay Qulzem, behrî ‘Umman hatewe

Pêy eka etk û siyaset herkesê xoy hez bika
Qatillî rohî Heme û celladî Wesman hatewe

Lamî‘î şa‘ir be her meclîsê biçê xellkî ellên
Bulbulî destan sera, murxî xezellxwan hatewe
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê