A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Riza Talebanî - Hacî Esed Axa
131 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Riza Talebanî - Hacî Esed Axa

‘Bem şî‘rane şêx Reza daway tûtinî bondar ekat le’

To kemnezer î derheqî min êstêke Axa
Min mawme heway suhbetî tom her le demaxa

Ta rojî qîyamet be Xuda zîndû we namirê
Babê ke bimênê kurrî wek toy le wecaxa

Bo tûtinekey Bîşeme û şawir û şêtine
şêt bûm û nehat, wext e dillim derçê le daxa

Caran çi be cax û çi be bar bot dehenardim
Nanêrî emêsta ne be bar û ne le caxa

Rêy newteke bacgîrî eger zor e defermûy
Rêy Xase be şew xallî ye ba bê be Bulaxa

Nemzanî felek gobenî her bo min e ya xu
Sed destî weku destî minî kirduwe be zaxa

Ya reb guzeran ka be sefa wextê ezîzit
Peywest e le dewrî çemen û gerdişî baxa

Bo çûnetewafî heremî şahîdî meqsûd
‘Alem hemû me‘zûn e Reza her le yesaxa
Helbestên din ên Helbestvanî/ê