A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şêx Riza Talebanî - Êstirî Zîndû Billêm (Dewê)
125 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Şêx Riza Talebanî - Êstirî Zîndû Billêm (Dewê)

Êstirî zîndû billêm bom çak e ya mirdûm dewê
îhtiyacim zor e xanim ba billêm herdûm dewê

Karûbarî xom û çermî domî tiya ye xanima
Lem siwarî û yarî û cût, lew, ke yall û dûm dewê

Ba ewey pêşînî xot bê we‘deyî hurr deyn e xo
Bangî pêxember le rû xoş e minîş herdûm dewê

Namewê xanim be rûtî herduwanim pê bidey
Bo sefer pêwîstime serbarî pirr têşûm dewê

Bêçûwekanim ser le sibheynê hemû dewrim deden
Ew ellê pûlim nemawe, em dellê bêçûm dewê

Ba wicûdî em hemû teklîfe gêjyan kirdûm
Kurr xeyallî jin ekat û kiç dellê min şûm dewê

Bê reza ye bo rezay Xiwa çak e neycûllênî çon
Bo miyanî herdû la îxlasekey pêşûm dewê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê